Apikur êrîşên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Apikur êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar dike û dibêje ku, êrîşên bi dronan bûye sedema rawestandina hilberîna rojane ya 200 hezar bermîlên petrolê li Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins îro (Çarşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de amaje da ku, ew êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê li rojên 15 û 16ê vê mehê şermezar dikin.
Miles Caggins herwesa got, “Ev êrîş li ser ewlehî û jiyana karmendên me yên li nav wan zeviyên petrolê dibin gef û herwesa zirarên cidî digihînin dezgehan jî.”
Navbirî amaje jî got, "Ew êrîş bûn sedema ragirtina hilberîna petrolê li hejmareke zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê, heta ew zeviyên ku êrîşî wan nehatiye kirin jî, bi awayekî hilberîna 200 hezar bermîlan li nav wan zeviyan rawestiyaye.”
Berdevkê Apikurê ron jî kir, “Şîrketên girêdayî komeleyê pabend in ku hilberîna petrolê di zûtirîn dem de ji nû ve bidin destpêkirin.” Tekez jî kir ku, Hewlêr û Bexda gihîştin lihevkirinekê, em amade ne ku petrolê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bikin.”
Dijeterora Kurdistanê îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Seet 7:10 ê êvara îro, careke din bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li komelgeha Baedrê, ku girêdayî qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ye, hat kirin.”
Ev jî di demekê de ye ku, di navbera seet 6:00 û 07:14 ê sibeha îro de bi rêya çar dronan êrîşî sê zeviyên petrolê hat kirin, ku du ji wan li rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li qezaya Şêxanê ya Dihokê ye.