Tirkiye û deh welatên Erebî: Em piştgiriyê didin tenahî, hevgirtin û serweriya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên derve yên Îmarat, Urdin, Behreyn, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Iraq, Uman, Qeter, Kuweyt, Libnan û Misirê daxuyaniyeke hevpar weşand û piştgiriya xwe ji bo tenahî, hevgirtin û serweriya Sûriyeyê tekez kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, wezîrên derve yên Îmarat, Urdin, Behreyn, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Iraq, Uman, Qeter, Kuweyt, Libnan û Misirê di du rojên borî de ji bo şopandina rûdanên parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê di têkiliyeke nêzîk de bûn.

Wezareta Derve ya Îmaratê herwesa got ku, wan hemî welatan di ragihandineke hevpar de piştgiriya xwe ji bo tenahî, hevgirtin û serweriya Sûriyeyê tekez kir û ragihand, “Em li dijî her desttêwerdaneke biyanî ne.”

Wan welatan herwesa pêşwaziya biryara Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir, ji bo hesabpirsîn û cezakirina hemî kesên ku mafên xwecihbûna li Suweydayê binpê kirine, herwesa êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî wesifand.

Şerê di navbera hêzên Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê ji roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) heta şeva borî (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) berdewam bû.

Îsraîlê duhî (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) êrîşeke asmanî ya giran kir ser Şama paytexta Sûriyeyê û pareke avahiyê Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê wêran kir û cihên nêzîkî koçka serokatiyê bombebaran kirin.

 
Fly Erbil Advertisment