Qaymeqamê Pêncwênê: Dronekê 2 kes kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî ser bi navçeya Pêncwênê ve, dronekê du kesên li ser motosîkletê kirine armanc. Di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe jidest da û yê din jî birîndar bû. Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.
Qaymeqamê Qezaya Pêncwênê Hêmin Îbrahîm îro 19ê Tîrmehê ji Kurdistan24ê re ragihand, îro nêzîkî saet 11:30ê li gundê "Şîwegiwêzan" ê ser bi nahiya Germikê ve, êrîşek bi rêya dronekê hat kirin.
Li gorî gotina Qaymeqamê Pêncwênê, dronê du kesên ku li ser motosîkletekê bûn, kirine armanc. Di encamê de, yek ji wan jiyana xwe jidest daye û yê din jî birîndar bûye.
Hêmin Îbrahîm herwiha eşkere kir, heta niha nayê zanîn dron ji aliyê kê ve hatiye şandin û nasnameya kesên ku bûne armanc jî hîn nehatiye piştrastkirin.
Herwiha da zanîn, hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê û ji bo ronîkirina bûyerê dest bi lêkolînê kirine.