Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda di zûtirîn dem de mûçeyan bişîne û petrolê hinarde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Tîrmeha 2025an li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê yê li Iraqê Stephen Fagin kir. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bitter jî amade bû, rewşa giştî ya Iraq û herêmê û xurtkirina zêdetir a pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Balyoz Fagin piştgiriya welatê xwe ji bo qewareya federalî û Herêmeke Kurdistanê ya bihêz tekez kir. 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku pêwîst e hikûmeta federal di zûtirîn dem de mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne û di demeke herî nêz de jî hinardekirina petrola Herêmê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike. Herwiha divê êrîşên terorîstî û têkderane yên dronan yên li ser kêlgehên petrolê û binesaziya enerjiyê ya Herêmê rawestin."

Di beşeke din a hevdîtinê de, "Herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bê avakirin."

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment