Li Siweydayê karesata mirovî: 93 hezar kes koçber bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Neteweyên Yekgirtî ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand, ji ber şer û pevçûnên dijwar ên li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê, 93 hezar kes ji mal û warên xwe koçber bûne û rewşeke mirovî ya xeternak derketiye holê.
Berdevkê OCHA Jens Laerke di konferanseke rojnamevanî de diyar kir ku ji ber tundiya şerê ku hefteya borî dest pê kiribû, 93 hezar sivîl ji Siweydayê reviyane û berê xwe dane parêzgeha Derayê û gundewarê Şamê.
Karwana yekem a alîkariyê gihîşt herêmê
Ji bo bersivdana vê krîzê, karwana yekem a alîkariyên mirovî ku ji 32 barhilgiran pêk dihat, bi hevkariya Heyva Sor a Sûrî gihişte bajarê Siweydayê û navçeya Selxedê, ku piraniya kesên koçber lê bi cih bûne.
Laerke da zanîn, ev alîkarî ji kelûpelên pêwîst ên wekî xwarin û pêdiviyên din pêk tê û ji aliyê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP), UNICEF û rêxistinên din ên navneteweyî ve hatiye dabînkirin.
OCHA herwiha tekez kir, ew niha hevahengiyê dikin ji bo şandina karwaneke duyem a alîkariyê ji bo kesên hewcedar re.
Binesaziya sivîl rûxiyaye
Li gorî OCHA, rewşa li Siweydayê gelekî metirsîdar e. Binesaziya avê li herêmê zirareke mezin dîtiye û zêdetirî hefteyekê ye ku xizmetguzarî bi temamî qut bûne. Herwiha, kêmasiyeke mezin di dabînkirina elektirîk, xwarin û pêdiviyên din ên jiyanî de jî heye.
Neteweyên Yekgirtî ragihand, ew li gel hemû aliyên têkildar di nava diyalogê de ne da ku gihandina alîkariyan hêsantir bikin û parastina sivîlên ku ji şer zirar dîtine misoger bikin.
Hejmara kuştiyan zêde dibe
Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman duh 21ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24 aşkere kiribû ji destpêka aloziyan li Siweydayê ve heta niha, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 1265 kesan.