Kardînal Lwîs Sako spasiya Serok Barzanî dike

Kardînal Lwîs Sako
Kardînal Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) - Li beranberî parastina mafên pêkhateyên Iraqê û hembêzkirina tevaya lêqewimiyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê spasiya Serok Mesûd Barzanî dike.

Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) serdana Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako kir.

Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di daxuyaniyekê de amaje da ku, Faris Îsa û Lwîs Sako di çarçoveya hevdîtinekê de rewşa niha ya Iraqê û çawaniya parastina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên Iraqê de nîqaş kirin.

Her du aliyan behsa çanda pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafan ji bo tevaya pêkhateyan jî kir, herwesa tekez li ser pêdivîtiya xurtkirina vê çanda bilind a mirovahiyê li seranserî Iraqê jî kir.

Li beranberî parastina mafên pêkhateyên Iraqê û hembêzkirina tevaya lêqewimî û awareyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê ezmûna Herêma Kurdistanê di warê hewandina aware û penaberan de wekî mînakeke serketî li Iraqê binav kir.

Di wê daxuyaniyê de amje jî hatiye dan ku, Lwîs Sako rola Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pesinand, bi taybetî jî di pêşvebirina nêzîkkirina Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

 
Fly Erbil Advertisment