Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê Sêşemê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e civîna yekê ya Komîsyona Parlementoyê ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li roja Sêşemê ya bê bê lidarxistin.

Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê dê li roja Sêşemê civîna xwe ya yekê bike. Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş endamên Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê vexwendine wê civînê, ku dê seet 11:00 ê sibeha roja Sêşemê ya bê bê lidarxistin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê amaje jî daye ku, piştî axaftina destpêkê ya wê civînê ku dê ji aliyê nûnerên partiyên siyasî ve bê pêşkêşkirin, rêkar û bingehên karkirinê û navê komîsyonê dê bên diyarkirin.

Navên nûnerên aliyan ji bo Komîsyona Parlementoyê hatine ragihandin.

Ew komîsyon pêşniyar dike ku qanûnek bi navê Qanûna Çekdanînê derbikeve, ku pêvajoya çekdanînê û çarenivîsa Çekdarên PKKê yekalî bike û tê çaverêkirin jî ku Selahettin Demîrtaş piştî bicîhanînê bê berdan.

Hefteya borî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi nivîsareke fermî aliyên siyasî haydar kirin ku, heta roja Pêncşemê, 31ê Tîrmeha 2025ê, seet 5:00 ê êvarê dem heye ku navên endamên xwe pêşkêşî Komîsyona Parlementoyê bikin, ku 51 endaman jê re hatine destnîşankirin.

Hejmara endamên aliyan di wê komîsyonê de bi vî rengî ye:

1.     Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê): 21 endam.

2.     Partiya Gel a Komarî (CHP): 10 endam.

3.     Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî): 4 endam.

4.     Partiya Tevgera Neteweyî (MHP): 4 endam.

5.     IYI Partî: 3 endam.

6.     Hevpeymaniya Yenî Yul (ji sê fraksiyonan pêk tê): 3 endam.

7.     Ew partiyên ku fraksiyon di parlementoyê de nîne: 1 endam.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment