Mustafa Fîdan: Bi rawestandina şer, bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re dê geş bibe

Diyarbekir (K24) – Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê da zanîn, ew bi hêvî li pêvajoya nû dinêrin û got, "Bi rawestandina şer, bazirganiya me ya bi Herêma Kurdistanê re dê geş bibe." Herwiha bang li karsazên li rojavayê Tirkiyeyê kir ku vegerin û li herêmê veberhênanê bikin.
Li gel nîqaşên li ser "pêvajoya nû" û çareseriyê, cîhana karsaziyê ya li Bakurê Kurdistanê jî bi hêvî li pêşerojê dinêre. Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê Mustafa Fîdan di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, dawîhatina şer û pevçûnan dê derfetên mezin ji bo bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re veke.
Mustafa Fîdan amaje kir ku komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin dê sûdeke girîng bide pêvajoyê, lê tekez kir ku divê gavên bilez werin avêtin.
"Armanc, zêdekirina bazirganiyê ye"
Mustafa Fîdan bal kişand ser qebareya bazirganiya heyî ya bi Herêma Kurdistanê re û armancên xwe yên ji bo pêşerojê wiha anî ziman:
"Di sala 2024an de bi bihayê 161 milyon dolaran hinarde ji Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ji vê hejmarê, tenê para Diyarbekirê 103 milyon dolar e. Em dixwazin bi pêvajoya nû re ev bazirganî zêdetir bibe. Ji ber wê em ji pêvajoyê bi hêvî ne û em bawer in dê bi ser bikeve."
"Gavên xêrê divê bilez bin"
Mustefa Fîdan derbarê komîsyona li parlamentoyê de jî hêviyên xwe anî ziman û got ku divê dem neyê windakirin û got: "Komîsyon jî dest bi xebatên xwe dike, hêviya me ji komîsyonê ew e ku gavên xwe bilez biavêje. Di hedîsê de tê gotin, di meseleyên bixêr de divê hemû alî bilez tevbigerin."
Bang li karsazan: Vegerin ser axa xwe
Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê herwiha bangek li karsazên bi eslê xwe ji herêmê ne lê li bajarên mezin ên Tirkiyeyê kar dikin kir: "Bangewaziyek min jî heye. Karsazên ji herêma me ne û li Rojavayê Tirkiyeyê kar dikin, êdî bila werin ser axa xwe û veberhênanên xwe li vir bikin."
Fîdan di dawiya axaftina xwe de xala herî girîng bi bîr xist û got: "Dixwazim vê jî bêjim; ya herî girîng û hêja ew e ku şer û mirin rawestiyaye."