Pileyên zêdetirî 12 hezar efser û Pêşmergeyan hatin bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmergeyan radigihîne ku, pileyên zêdetirî 12 hezar efser û Pêşmergeyan hatin bilindkirin, ku bi ser Dîwana Wezareta Pêşmerge û lîwayên girêdayî wê wezaretê ve ne.

Wezareta Pêşmerge îro (Duşem, 04ê Tebaxa 2025ê)  ragihand, “Li gorî fermana Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser bingeha madeya 14ê ya Sîstema Hejmar (6) a sala 2011ê ya peyrewê leşkerî yê xizmet û xanenişîniya Pêşmergeyan a girêdayî qanûna hejmar (38) a sala 2007ê, amaje bo fermana Wezareta Pêşmerge ya girêdayî rênimayên bilindkirina pileyên Pêşmergeyan, biryar hat dan ku pileyên 12.010 Pêşmergeyên girêdayî dîwan û lîwayên piyade yên Wezareta Pêşmerge bên bilindkirin.”

Wezareta Pêşmerge herwesa ragihand, “Ev pilebilindkirin xişteya Newroza sala 2025ê ya karmendan nîşan dide.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment