Serok Barzanî: Karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê şanaziyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola mirovdostî ya dezgehê bilind nirxand.
Serok Barzanî îro 4ê Tebaxa 2025an di peyamekê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, rêveber û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pêzanînên xwe ji bo rola mirovdostî û xêrxwazî ya dezgehê anî ziman û behsa karên wê yên di warê gihandina alîkariyan bo aware, lêqewimî, nexweş, bêkes û kesên hejar û kêmdahat de kir.
Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî da zanîn: "Erk û karê xwe bi awayekî hêja pêk anîne û cihê şanaziyê ne."
Serok Barzanî di dawiyê de destxweşî û spasiya xwe pêşkêşî dezgehê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwest.