Yildirim Kaya: Ger komisyon ji bo kêşe û daxwazên Kurdan nebe, çareserî dê bêwate be
Enqere (K24) – Komisyona ku ji bo proseya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye tê avakirin êdî dest bi kar dike. Ligel tê çaverekirin di rê û rêbaz bên gotûbêj kirin, navê komisyonê û vekirîbûna civînan bo çapemeniyê jî cihê nîqaşen e. Parlamenterekî berê yê CHPê dide zanîn, pêwîst e komisyon, demokratîkbûn, pergala parlamenteriyê û aştiyê bide pêşiya xwe ku bi serkeve. Hiqûqnas jî dibêjin ger piştî sazkirinên yaseyî efûyek giştî neye ragihandin, PKKê nikare ji çiyê dakev û têkeve nav siyaseta sivîl.
Li Tirkiyeyê komisyona ji bo proseya aştiyê ango çareseriya Pirsa Kurdî 5ê Tebaxê dicive. Beriya vê civîna ku weke qonaxeke girîng a proseyê tê dîtin serokê parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi serokwekîlên partiyên siyasî ku komên wan li parlamentoyê hene re civiya.
Li gorî ragihandina serokatiya parlamentoyê dê di cîvîna yekem de rê û rêbazên xebatê û prensîbên komîsyonê bên diyarkirin ku hat diyarkirin di civîna bi serokwekîlan re hûrgiliyên wê hatine axaftin.
Parlamenterê berê yê CHPê Yildirim Kaya jî serkeftina karên komisyonê bi hin xalan ve girê dide û dibêje encamên komisyonê divê bi awayekî bi civakê re bên parvekirin.
Parlamenterê Berê yê CHPê Yildirim Kaya ji K24ê re got: “Hêviya min, em encamên proseya 2013an nejîn. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn Pirsa Kurdî heye. Tiştên li Suriyê, Iraqê û Îranê diqewimin li holê ne. Em mecbûr in jiyaneke hevpar û wekhev pêşi li Tirkiye, li herêmê dabîn bikin. Parlamento bigihîje erka demokratik wateya komisyonan jî dê hebe. Hêj raportên komisyona derbeya leşkerî a 15ê Tirmehê nînin. Encamên vê komisyonê jî bo kêşe û daxwazên Kurdan û demokrasiya Tirkiye nebe çareseriyek û aştiyekê li Tirkiyeyê pêk neyine dê bêwate be. Divê komisyon demokratîkbûn, pergala parlamenteriyê û aştiyê bihevre birêve bibe.”
Mijareke din ew e ku gelo dê di komisyonê çi sazkirinên yaseyî bên kirin bo çekdanîna PKKê û proseyê. DEM partî dixwaze ji bo çareseriya Pirsa Kurdî kar bike, CHPê jî naxwaze komisyon tenê bi xebatên bo çekdanînê re sînordar bimîne. Parêzer Yusuf Dere jî derbarê giringiya sazkirinên yaseyî balê dikişine ser destûra bingehîn.
Parêzer Yusuf Dere dibêje: “Ji bo paşeroja Tirkiyeyê ji bo demokratîknbûna Tirkiyeyê gelekî pêdivî pê heye. Li ser esasen makezagona Tirkiyeyê de gerek qanûnên ku cizaya Tirkiyeyê werin guhertin. Ev jî sûcên ku li dijî dewletê, sûcên endamên rêxistinan û sûcên siyasî lazim e were rêvizekirin. Divê êfûyek derkeve, ger efûyek bo sûcên siyasî dernekeve PKK nikare ku ji çiyê werê destê an jî bikeve nava siyasete, an jî weke sivîl tevgerekê pêk bîne.”
Navê komisyonê û vekirîbûna civînên komisyonê bo çapemeniyê jî cihê nîqaşê ne. DEM Partî û CHPê dixwazin li şûna pênaseya terorê alternatîfên weke, demokrasi, biratî, lihevkirin û aştiyê bên bi kar anîn. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ji meseleya çapemeniyê zêdetir, zelalbûna prose û ragihandinên bo civakê girîngtir in.