Şanda Hevbeş a Kurdî li Qamişlo civiya û mekanîzmaya karê xwe pesend kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hevbeş a Kurdî civiya û mekanîzmaya karê xwe bi yekdengî pesend kir û amadekariyên ji bo qonaxa danûstandinan gotûbêj kir.

Şanda Hevbeş a Kurdî duh 5ê Tebaxê li navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî lidar xist.

Di civînê de, mekanîzmaya ku dê bibe bingeha rêkxistina kar û hevrêziya di navbera endaman de, bi berfirehî hate gotûbêj û piştre bi lihevkirina hemû aliyan hate qebûlkirin.

Derbarê naveroka civînê de, endamê Serokatiya Şanda Hevbeş a Kurdî û Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, di civînê de nêrîna hevbeş a Kurdî hatiye xwendin û got: "Bendên nêrîna hevbeş bi kûrahî hatin gotûbêjkirin weke amadekariyek ji bo qonaxa danûstandinan."

Îsmaîl herwiha diyar kir: "Endamên Şanda Hevbeş a Kurdî lihev kirin ku gotûbêjkirina hemû bendan di civînên bê de, ku dê bi awayekî demkî û birêkûpêk bên lidarxistin, berdewam bikin."

Beşdarên civînê tekezî li ser wê yekê kirin ku civîn dê bi awayekî rêkûpêk berdewam bikin, bi armanca temamkirina nîqaşan û yekxistina helwest û nêrînan, da ku xizmeta daxwazên gelê Kurd di çarçoveya projeyeke niştimanî ya demokratîk û berfireh de bê kirin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî di 26ê Nîsana borî de li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin. Di konferansê de li ser nêrîneke hevbeş a Kurdî lihevkirin çêbûbû û li ser wê bingehê, ev şanda hevbeş ji bo birêvebirina danûstandinan bi Şamê re hatibû avakirin.

 
Fly Erbil Advertisment