Lara Dizeyî li Mîlana Îtalyayê tevlî pêşkêşkirineke kincan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Hefteya Pêşkêşkirina Kincan a Mîlanê li Îtalyayê dê li dawiya meha Îlonê ya îsal bê lidarxistin. Dîzaynereke Kurd jî dê bi hejmareke dîzaynên nû tevlî wê hefteya pêşkêşkirinê bibe.
Dîzaynera Kurd Lara Dizeyî ji Kurdistan24ê re got, “Li roja 27ê Îlona îsal, pêşkêşkirina kincan li Mîlana Îtalyayê tê lidarxistin. Ew jî dê dîzaynên xwe yên herî nû yên bi navê "Milan Enchanted" pêşkêş bike, ku 30 modelên kincan in.”
Lara Dizeyî amaje jî da, “Ez bi vê pêşkêşkirinê pir kêfxweş im ji ber ku berî du salan min pêşkêşkirineke xwe li Parîsê rêk xist, min pir dixwest pêşkêşkirina min a duyê li Mîlanê be, ji ber ku Mîlan paytexta modelan e.”
Dîzaynera Kurd eşkere jî kir, “Min 30 dîzaynên pir cuda, bihêz, rengîn, modern û çandî tevlihev kirine û min ahengeke xweşik afirandiye, ku ti kesî heta niha nedîtiye. Ez dê wan ji bo cara yekê di vê pêşkêşkirinê de nîşan bidim.”
Her wê keça Kurd ron jî kir, “Ez ji Mijdara sala borî ve li ser van dîzaynan dixebitim û ev heşt meh in ku ez ji bo vê pêşkêşkirina nû amadekariyan û rêkxistinê dikim. pêşkêşkirina min dê karekî pir bimana be.”
Lara Dizeyî amaje jî da, “Ev sê sal in ku ez karê dîzaynê dikim ji ber ku ev demeke dirêj e ku min hez li ser vî karî heye. Duhî me li kanala Vox 5ê çavpêketineke televîzyonî li ser pêşkêşkirina Mîlanê kir.”
Hefteya Pêşkêşkirina Kincan a Mîlanê dê ji 23 heta 29ê Îlona îsal li Mîlana Îtalyayê bê lidarxistin, gelek brand û navên cîhanî di warê kincên jinan de li ser asta cîhanê tevlî wê dibin.
Lara Dizeyî keça hunermendê navdar Homer Dizeyî ye. Ew li Avusturyayê hatiye ser dinyayê û xwediya bawernameya têkiliyên navneteweyî ye. Ev çend sal in ku ew li Hewlêrê dijî. Lara bi Îngilîzî, Kurdî, Farisî, Erebî û Almanî diaxive. Pêşkêşkirinên wê di gelek kovarên navneteweyî de hatine parvekirin.


