Washington: Em pabendî hevkariya bi HSD’ê re ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Michael Mitchell, pabendbûna welatê xwe bi hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di şerê dijî DAIŞ'ê de tekez kir û di heman demê de nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê zêdebûna tundiyê li parêzgeha Siweydayê anî ziman.

Di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya "El-Şerq El-Ewset", Mitchell tekez kir, Amerîka ji bo têkbirina rêxistina DAIŞ’ê, hevkariya xwe ya stratejîk a bi HSD'ê re didomîne. 

Mitchell diyar kir: "Em pabendbûna xwe bi hevkariya bi HSDê re di hewldanên têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ'ê de tekez dikin." Herwiha bang li hemû aliyan kir ku xwe ji aloziyan dûr bixin û got: "Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ragirin û xwe ji her pevçûneke ku aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bide, dûr bixin."

"Em ji rewşa li Siweydayê nîgeran in"

Derbarê bûyerên tundiyê yên li parêzgeha Siweydayê, berdevkê Amerîkî nîgeraniya welatê xwe bi awayekî eşkere anî ziman û destêwerdana tund a li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar kir.

Mitchell got: "Em ji ber zêdebûna tundiyê li Siweydayê, di nav de bikaranîna hêzê li dijî sivîlên ku mafê xwe yê xwepêşandanên aştiyane bi kar anîne, gelekî nîgeran in."

Herwiha hikûmeta Sûriyeyê wek berpirsiyarê parastina sivîlan binav kir û got: "Em bi nîgeranî li pevçûnên dawî yên di navbera hêzên hikûmetê û hin komên herêmî de dinêrin. Me eşkere kiriye ku hikûmeta Sûriyeyê berpirsiyar e ji parastina sivîlan û misogerkirina mafên wan. Em bang li wê dikin ku kesên ku qanûn binpê kirine werin darizandin û ji her cure aloziyeke din dûr bikevin."

 
 
Fly Erbil Advertisment