Feysel Yûsiv: Heta niha Şamê bersiva Şanda Kurdî ya Hevbeş nedaye

Qamişlo (K24) – Piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ku di meha Nîsanê de li Qamişlo hat lidarxistin, şandeke hevbeş a Kurdî ji bo destpêkirina danûstandinan ligel hikûmeta Sûriyeyê li Şamê hate avakirin. Lê belê, berpirsên Kurd diyar dikin, heta niha ti bersiveke fermî ji aliyê Şamê ve negihîştiye wan û hikûmeta Sûriyeyê di vê mijarê de bêdengiya xwe diparêze.

Şanda Kurdî ku ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û kesayetên serbixwe pêk tê, bi armanca gotûbêjkirina paşeroja Sûriyeyê û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurd hatiye avakirin.

Feysel Yûsiv: “Heta niha Şamê bersiva me nedaye”

Bervekê ENKSê û endamê şandê Feysel Yûsiv ji K24ê re ragihand, ew weke aliyê Kurdî ji bo danûstandinan amade ne, lê aliyê din bersivê nade.

Yûsiv got: “Heta niha ti bersiv ji Şamê ji me re nehatiye, ne bi awayekî neyînî û ne jî erênî. Divê ev rêveberî ne tenê ya pêkhateyekê be, divê hemû pêkhateyên ku beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûne, tevlî dewletê bibin.”

Herwiha tekez kir, ew dest ji mafên gelê Kurd bernadin û got: “Em weke miletê Kurd dixwazin mafên me yên neteweyî weke miletekî resen li Sûriyeyê werin cîbicîkirin û Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ji bo Kurd û ne-Kurdan ava bibe.”

Adil Elî: "Hikûmet naxwaze Kurd yekgirtî bin"

Ji aliyê xwe ve, nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Elî amaje bi wê yekê dike ku bêdengiya Şamê ne rastlêhatin e, lê helwesteke siyasî ye. Elî diyar dike, hikûmeta Sûriyeyê naxwaze bi şandeke Kurdî ya yekgirtî û bihêz re rûne.

Adil Elî dibêje: “Şanda Kurdî amade ye ku biçe Şamê ji bo gotûbêjkirina mafê Kurdên Sûriyeyê. Lê dewleta Sûriyeyê, desthilata niha, berjewendiya wê di vê yekê de nîne. Ew naxwaze Kurd bihêz bin, yekgirtî bin û bi yek rêz û yek helwest bin. Ji ber vê yekê ew pêşwaziya wan nake û astengiyan derdixe.”

Di 26ê Nîsana 2025an de, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî, kesayetên serbixwe, rewşenbîr û nûnerên civaka sivîl, li bajarê Qamişlo "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" hatibû lidarxistin.

Di encama konferansê de, şandeke hevbeş hate hilbijartin ku nûneratiya daxwazên Kurdan bike. Xalên herî girîng ên ku şand dê li ser wan danûstandinan bike, avakirina Sûriyeyeke nenavendî an federal, naskirina mafên destûrî yên gelê Kurd, û misogerkirina beşdariya Kurdan di hemû sazî û dameraziyên dewletê de, weke saziyên yasadanîn, dadwerî, cîbicîkar û ewlehiyê ne.

 
 
Fly Erbil Advertisment