Şandeke Rêveberiya Xweser ji bo danûstandinan gihîşt Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku aloziyên leşkerî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên girêdayî hikûmeta Şamê de zêde dibin, şandeyeke teknîkî ya Rêveberiya Xweser a Bakur gihîştiye Şamê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Miovan diyar kir, armanca sereke ya serdanê ew e ku rê li ber gefên leşkerî yên li ser xetên temasê bê girtin û hewl bê dayîn ku nakokî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, şand ji pisporên teknîkî pêk tê û di bin serokatiya Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, de ye. Tê payîn ku şand bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re bicive, da ku rêyên çareseriyê ji bo rawestandina gefên leşkerî gotûbêj bikin.

HSD: Hêzên Şamê hewl didin agirbestê têk bibin

Ev serdan di demekê de pêk tê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hikûmeta Şamê bi hewldana têkbirina agirbestê tometbar dike. HSDê duh 11ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ev çend roj in hin komên çekdar ên girêdayî Şamê li derdora bajarokê Dêr Hafir yê li gundewarê Helebê "hewl didin agirbestê têk bibin."

Di heman daxuyaniyê de, HSDê amaje bi wê yekê jî kiribû ku liv û tevgera hêzên hikûmetê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zêde bûye û "dronan li ser ezmanên herdu taxan digerînin."

 
Fly Erbil Advertisment