Birînên Şingalê nû dibin: Termên 22 qurbaniyên Êzidî tên vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên hejmareke din a Kurdên Êzidî yên ku di jenosîda sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, ji Bijîşkiya Dadî ya Bexdayê hatin vegerandin û dê di merasîmekê de radestî malbatên wan werin kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, di çarçoveya qonaxa heştemîn a vegerandina terman de, termên 22 Kurdên Êzidî piştî ku encamên pişkinîna DNAyê derketin, ji Bexdayê ji bo Bijîşkiya Dadî ya Mûsilê hatine şandin.
Li gorî zanyariyan, biryar e sibe 13ê Tebaxê, demjimêr 10:00ê sibehê, term di merasîmeke taybet de li gundê "Solax" ê ser bi Şingalê ve radestî malbatên wan bên kirin û piştre li warê wan bi xakê bên spartin.
Ji van termên ku hatine vegerandin, 17 yên mêran, 4 yên jinan û yek jî ya zarokekî nehsalî ye. Hat diyarkirin ku qurbanî xelkê gundên Koço, Tal Uzeyr, Qunêne, Solax, Hemedan û Herdan in.
Li gorî amarên Rêxistina 'Petrichor' a Mafên Mirovan, heta niha li Şingalê 93 gorên bikomî û 13 gorên takekesî hatine dîtin. Ji van goran, termên 798 welatiyên Êzidî ji bo nasîna nasnameyên wan şandine Bexdayê. Bi gihiştina vê qonaxa heştemîn, heta niha bi giştî 296 term radestî malbatên xwe hatine kirin.
Heman rêxistin destnîşan dike, proseya vekolandina gorên bikomî û vegerandina terman ku zêdetirî çar sal in berdewam e, "gelek bi sistî" bi rê ve diçe û hikûmeta Iraqê ti bûdceyek taybet jê re terxan nekiriye.
Di sala 2014an de, rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî Şingalê kir. Di wê demê de, ji bilî komkujiya hejmareke mezin a Kurdên Êzidî, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û weke kole hatin firotin. Ew kesên ku hatin kuştin, di gorên bikomî de hatin veşartin.