Keriyekî pez li Şêxanê mirar bû

Veterîneriya Baedrê: Ev pez ji ber bêhntengiyê mirar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Keriyekî pez li gundê Mamanê yê qezaya Baedrê bizav kir ku ji gur bireve, lê 108 serên pez ji ber bêhntengiyê mirar bûn û zêdetirî 40 milyon dînaran zirar gihîştiye xwediyên wan.

Mihemed Ehmed ê xwediyê pez ji Kurdistan24ê re got, "Di şevê de, dema ku gur bizav kir êrîşî pez bike, ew reviyan lê hemî ketin çalekê û ji ber bêhntengiyê mirar bûn.”

Mihemed Ehmed herwesa got, “Ev zêdetirî 15 salan e ku em li vê derê pez xwedî dikin, lê ev cara yekê ye ku rûdaneke wesa diqewime."

Ebdilwahid Hisên ê xwediyên pez jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got, "Pez ji tirsa êrîşa gur xwe avêtiye nav wê çalê. Heta ku em gihîştin, ji 150 serên pez 108 ji wan mirar bûn."

Rêvebira Veterîneriya Baedrê Remziya Mihemed jî ji Kurdistan24ê re got, "Testên ku hatine kirin nîşan didin ku, ji ber tengiya wî cihî bêhna pez teng bûye û mirar bûye, ne ji ber çi nexweşiyeke din."

Mirarbûna heywanan li wê deverê ji ber sedemên cuda cuda çend caran çê bûye, lê ev cara yekê ye ku ew ji ber bêhntengiyê mirar bibin.

Mirarbûna vî keriyê pez şeş malbat bêberhem hiştin û bi 40 milyon dînaran zirar gehand wan.

 

 

Fly Erbil Advertisment