Endamê MSDê: HSD dixwaze weke blokekê tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Civata Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ebdulwehab Xelîl ragihand, bûyerên dawî yên li Siweydayê nêrîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) guhertiye û niha ew amade ne ku weke "blokek" di nav Artêşa Sûriyeyê de cih bigirin. Xelîl herwiha da zanîn, danûstandinên di navbera Enqere û Şamê de zêdetir weke zextekê ne û şerekî mezin di demek nêzîk de nepêkan e.
Ebdulwehab Xelîl ji K24ê re bal kişand ser rewşa aloz a Sûriyeyê û got, "Rewşa Sûriyeyê di qonaxeke gelek nazik re derbas dibe. Yek ji şerên herî dijwar ên navdewletî niha li ser Sûriyeyê birêve diçe."
Danûstandinên Enqere û Şamê weke zextekê ne
Derbarê nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyeyê de, Xelîl diyar kir, ew van hevdîtinan weke zextekê dibînin û got: "Em pê dihesin ku ev daxuyaniyên ji aliyê Tirkiye û hikûmeta Şamê ve tên dayîn, tenê weke zextekê ne. Ez dûr dibînim ku di demek nêzîk de operasyoneke mezin çêbibe. Ev zext li ser HSDê tê kirin da ku tawîzan bide."
Xelîl herwiha anî ziman ku milmilaneya li Sûriyeyê beşek ji şerekî berfirehtir e û got, "Yek ji nakokiyên sereke yên li herêmê, aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ye ku li ser axa Sûriyeyê tê meşandin. Herwiha Îran û Rûsya jî xwedî rol in."
Bûyerên Siweydayê û guhertina helwesta HSDê
Derbarê Peymana 10ê Adarê de, ku tê de behsa tevlîbûna HSDê di nava Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de dihat kirin, Xelîl sedemên necîbicîkirina wê aşkere kir. Herwiha diyar kir, xala serekî ya nakokiyê awayê tevlîbûnê bû, aliyên opozisyonê xwestine HSD bi temamî hilweşe û şervanên wê weke takekes tevlî bibin, lê pêşniyara HSDê cuda bûye.
Xelîl eşkere kir ku bûyerên li parêzgeha Siweydayê bandoreke mezin li ser helwesta HSDê kiriye û got: "Bûyerên li Siweydayê nêrîna me guhert. Em weke HSDê dibêjin, divê em bi Artêşa Sûriyeyê ve girêdayî bin, weke blokekê bin, hem parastina herêma xwe û hem jî parastina hikûmeta Şamê bikin da ku ew bûyerên berê dubare nebin."
Li gorî Xelîl, HSD amade ye ji bo her rûbirûbûnekê, lê daxwaza wan diyaloga Sûrî-Sûrî ye. Herwiha got: "HSD xwedî hêz û şiyanên rûbirûbûnê ye. Lê nakokiya herî mezin li ser rengê tevlîbûnê ye. Em dixwazin weke blokekê di nav artêşeke yekgirtî de cih bigirin û taybetmendiya herêma xwe biparêzin."