Semawî: Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera dê bi amadebûna Ocalan li Enqereyê bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rageşiya di navbera HSD û Hikumeta Şamê de li Tirkiyeyê deng vedaye ku Tirkiye gefan li HSDê dixwe. Ev rageşî û daxuyaniyên Tirkiye jî di nav medyayê de weke beriya operasyoneke dijî HSDê hişyariya dawîn hate cîh girt. Ligel ku siyasetmedarek dibêje, dê operasyoneke dijî HSDê pêk neyê û demek nêzîk de dê bi daxilbûna Ocalan Mezlûm Ebdî û Ehmed Şara li Enqere bicivin. Berdevka DEM Partiyê jî dibêje, bê çawa bi Herêma Kurdistane re têkiliyên dostane hene divê Tirkiye bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyên wisa deyne.

Tirkiyeyê di demên dawî de helwesta xwe ya li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) hişktir kiriye, ku ew wan wekî gefek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Li gorî Enqerê, sedemên sereke yên vê yekê hevkariya zêde ya HSD bi Îsraîlê re ye, ne entegrasyona bi hikûmeta Şamê re û tundûtûjiya zêde ya li Sûriyeyê.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ya bo Şamê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Muhref Ebû Qesra û şandeyeke payebilind serdana Tirkiye kiribûn û li Enqere bi hevpîşeyên xwe re civiya bûn.

Di civîna hevbeş ya Şeybanî rê jî Fîdan daxuyaniyên tund li dijî HSDê dan. Fîdan got, YPGê li Sûriyeyê lîstikên xirap dike û tevlî sîstemê nabe.

Ji aliyekî din ve ev daxuyanî di medyaya Trkiyeyê weke beriya operasyoneke dijî HSDê hişyariya dawîn cîh girt di nûçeyan de ku bûye cihê fikaran.

Siyasetmedar Abdurrahîm Semawî ji K24ê re got: “Beriya hemû tiştî min nebawere operasyonek jinûve çêbibe. Jixwe dema operasyon çêbibe ev meseleya çareseriya ku dimeşê, wê pir dereng bikeve. Min bi wê nebawer e. Min beriya niha jî bi westa Kurdistan24 gotibû, dê di wextekî nêzîk de, Ehmed Şara û Mezlûm Ebdî dê li Enqere wê bicivin. Wê Ocalan jî hazir be, dibe ku mixabin çapemenî nîn be lê wê Ocalan jî midaxil bibe û dê mutabakata wan çêbibe, bê şer bê teq û bê tiştekî din.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî dibêje çawa bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên dostane hene divê Tirkiye bi Rojavayê Kurdistanê re jî têkiliyên dostane deyne û ev şikandinên wisa piştgiriya civakê lawaz dike ku divê gelê Sûriyeyê biryara paşeroja xwe bidin. 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Em careke din dubare bikin, ew gef ew zimanê ku di nava xwe de tehdîtê vedihewîne, her cara ku tiliyan ji Kurdan re dihejîne û xwe weke perçeyekî kare hundir yê Sûriyeyê dibinin ev ne politikayeke rast e. Tirkiye divê biryarek ewqas stratejik bide ku, bi biryara xwe wê cîranê xwe hilbijêre. Gelo niha Kurdistana Başûr ku cîranê Tirkiyeyê ye, gelo ev xirabiyek e. Dema em li pêşiya vê ya 20 salan dinerin Kurdistana Başûr îxtimaleke bi wî rengî jî weke tehdit dihate dîtin ji aliyê Tirkiyeyê ve. Divê ev dîrok baş bê bîranîn, divê ev dîrok neye ji bîr kirin. Em îro dibinin Kurdistana Başûr têkiliyên ku hatine dayîn, hem ji aliyê diplomatik hem ji aliyê siyasî û hem ji aliyê ekonomik ve têkiliyên dostanî ne. Loma yek bi Kurdistana Sûriyeyê re jî ango bi Rojava re jî têkiliyek dê were dayîn divê têkiliyên dostane bin.”

Herwiha di serdana rayêdarên Sûriyeyê bo Tirkiyeyê de di warê têkiliyên dîplomatîk ên Enqere û Şamê de peymanek hate îmzekirin ku alîkarî, perwerde û şêwirmendiya hevbeş di navbera wezaretên parastinê di nava xwe de vedihewîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment