PDK-S: Rêbaza Barzanî û PDK çavkaniya şanaziya me ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S), bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Polîtburoya PDKê kir. Di peyamê de, PDK-S tekezî li ser rola dîrokî ya PDKê di parastina mafên gelê Kurdistanê de kir û têkoşîna wê weke "çavkaniya şanaziya me hemûyan" binav kir.
Polîtburoya PDK-S îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî û serkirdatiya PDKê kir û bi rêzdarî damezrînerên PDKê, Barzaniyê Nemir û şehîd Îdrîs Barzanî, bibîr anîn.
PDK-Sê amaje bi wê yekê kir, ev bîranîna mezin hevdem e ligel rojbûna Serok Barzanî û ev yek wê dike "qonaxeke dîrokî ya geş di pêvajiya têkoşîna gelê me de." Herwiha hat gotin ku PDKê gelek qurbanî di rêya parastina mafên gelê Kurdistanê û pêkanîna hêvî û daxwazên wî de dane.
Di peyamê de rola mezin a PDKê ya di "bihêzkirina pêvajiya demokrasiyê li Iraqa federal û piştgiriya doza Kurdî" de hat bilind nirxandin. Herwiha hat tekezkirin ku PDK her dem pabendî nirxên azadî û dadperweriyê bûye.
Di heman demê de, pîrozbahî li malbatên şehîdan hat kirin, ku weke çavkaniya şanaziyê hatin binavkirin.
Di dawiya peyamê de, Polîtburoya PDK-Sê hêviya serkeftina berdewam ji bo PDKê di pêvajiya wê ya têkoşînê û xizmetkirina gelê Kurdistanê de xwast û got: "Rehmet li şehîdên me yên pakrewan, û serbilindî ji bo têkoşîna we ya berdewam be."