Şanda Herêmê û Wezîrê Darayî yê Iraqê pirsa radestkirina dahatên neneftî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 20ê Tebaxa 2025an, li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina mijara radestkirina dahatên neneftî, bi Wezîra Darayî ya Iraqê, Teyf Samî re civiya.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, civîna şanda Herêma Kurdistanê û wezîra darayî îro serê sibehê dest pê kiriye. Ev civîn weke berdewamiya hevdîtinên duh tê dîtin, ku şanda Herêmê bi komîteya wezarî ya hikûmeta federal a bi serokatiya Wezîrê Plansaziyê Mihemed Temîm re civiya bû.
Li gorî zanyariyên K24, di civîna îro de guftûgo li ser mijara radestkirina dahatên neneftî yên Herêma Kurdistanê tên kirin û herdu alî hewl didin bigihîjin rêkeftineke ku bibe bingehek ji bo dayîna mûçeyên mehên bê.
Biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ya derbarê Mûçeyan
Hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê di demekê de tên ku duh Encûmena Wezîran a Iraqê civiyabû û derbarê mûçeyên Herêmê de çend biryar dabûn û razîbûn nîşan da ku kar bi biryara hejmar (550) a sala 2025an were nûkirin, ji bo dabînkirina mûçeyên fêrmaberên Herêma Kurdistanê yên meha Hezîranê, lê ev yek bi van mercên jêrîn ve girêdayî ye:
1. Komîteyên Hevbeş: Divê komîteyên ku ji bo gotûbêjkirina radestkirina dahatên neneftî û hinardekirina newta Kurdistanê hatine avakirin, di nava hefteyekê de karên xwe bi dawî bînin û protokoleke îmzekirî pêşkêşî Encûmena Wezîran a Iraqê bikin.
2. Hesabkirina Dahatan: Tîma ku ji bo hesabkirina para xezîneya giştî ya federal ji dahatên neneftî yên Herêmê hatiye avakirin, divê di nava hefteyekê de karên xwe temam bike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê parê radest bike û mekanîzmaya hesabkirinê jî ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal ve were pesendkirin.
3. Radestkirina Petrolê: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompaniyên petrolê yên li Herêmê kar dikin pabend bike ku petrola berhemanî li gorî bendên yasaya budceya giştî ya federal û biryara hejmar (550) a Encûmena Wezîran radest bikin.