Li Colemêrgê dema hişkkirina sêvan e: Hem wek derman e, hem jî jêdereke debarê ye
Colemêrg (K24) – Bi hatina payîzê re, li herêmên çiyayî yên Colemêrgê û derdora wê, werzê berhevkirin û hişkkirina sêvên tal û tirş dest pê dike. Ev berhemê xwezayî, ku bi awayekî xwerisk li çiyayan şîn dibe, ji bo xelkê herêmê hem jêdereke girîng a debarê ye hem jî xwarineke sereke ye.
Her sal di vê demê de, cotkar û xelkê gundên deverên Gever û Şemzînanê berê xwe didin çiyayan, da ku van sêvên tirş û tal berhev bikin. Piştî berhevkirinê, sêv tên anîn deştan û li ser parçeyên mezin ên qumaşî li ber tîrêja rojê tên raxistin heta ku bi temamî hişk dibin.
Ev kar, ku beşek ji kevneşopiya çandiniyê ya herêmê ye, ne tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên malê ye, lê belê ji bo gelek malbatan bûye çavkaniyeke girîng a debarê. Piştî ku sêv hişk dibin, tên paqijkirin û ji bo firotinê dixin tûrikan.
Emrah Çulgî, yek ji wan cotkarên ku karê hişkkirina sêvên tirş dike, diyar dike ku daxwazeke mezin li ser vî berhemî heye û ew ji bo piraniya bajarên Tirkiyeyê, bi taybetî Stenbolê, tê hinardekirin.
Ew dibêje: "Sêva tirş ne tenê xwarin e, wek derman jî tê bikaranîn. Xelkê herêmê ji kevn de ji bo çareserkirina hin nexweşiyan ew bikar aniye û vexwarina şerbeta wê jî gelek bi feyde ye."
Berê, ev berhem bi awayekî berçav nedihat berhevkirin û piraniya wê li bin daran têk diçû. Lê belê di van salên dawî de, bi rêya çend projeyên piçûk, gel hatiye teşwîqkirin ku sûdê ji vî berhemê xwezayî werbigire. Vê yekê jî kiriye ku ev kar ji bo herêmê bibe çalakiyeke aborî ya girîng.
Hişkkirina sêvan li Colemêrgê, mînakeke zindî ya sûdwergirtina ji samanên xwezayî û parastina kevneşopiya çandiniyê ye, ku nifş li dû nifşî li vê herêmê hatiye domandin.