Silêmanî.. 17 kes di pevçûnên şevêdî de bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şer û aloziyên Silêmaniyê bi dawî bûn. Peyamnêrê Kurdistan24ê amajeyê dide ku, rewş niha aram bûye. Eşkere jî dike ku, 15 kes ji hêzên YNKê birîndar bûne û du kesên din jî hatine kuştin.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Aram Bextyar îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) got, “Rewşa Silêmaniyê aram bûye, tenê hêzên YNKê li nêzîkî Hotela Lalezarê û derdora wê mane û li wî cihî pişkinînan dikin.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da, “Ji ber wî şerî, agir berbû wî cihî û bû sedema wê yekê ku agir ber bi cebilxaneyên Lahûr Şêx Cengî ve biçe. Ji ber vê yekê jî, her navber navber dengê teqînan tê bihîstin.”
Aram Bextyar ron jî kir, “Hêzên YNKê nahêlin ti welatiyek nêzîkî Lalezarê bibe û dû li ezmanê wê derê tê dîtin.” Herwesa got, “Bafil Talebanî jî çûye cihê wê bûyerê, lê nehişt ku medya dîmenan vebiguhizn.”
Navbirî amaje jî da, “Hin ji hêzên Lahûr Şêx Cengî hatine girtin û yên din jî xwe teslîm kiriye, herwesa serokê wê hêzê Rêbwar Hemid Hecî Xalî jî hatiye girtin.” Peyamnêrê Kurdistan24ê di derheqa Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî de jî got ku, ew her du ji bo Debaşanê hatine veguhastin û Polad Şêx Cengî birîndar bûye û gule bi lingê wî ketiye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa eşkere jî kir, “Ji ber wî şerî, 15 kes ji hêzên YNKê birîndar bûne û du kesên din jî hatine kuştin.”
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.