Ferhad Etrûşî ragihandina fermî ya yekxistina hêzên Pêşmergeyan pîroz dike

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê ragihandina fermî ya gavên kiryarkî yên yekxistina Hêzên Pêşmergeyan pîroz kir û ew prose wekî gaveka çarenivîssaz û tewereyî bo xurtkirina tenahiyê bi nav kir.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, daxuyaniyek li ser ragihandina fermî ya gavên kiryarkî yên yekxistina Hêzên Pêşmergeyan belav kir.

Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî, yekxistina Hêzên Pêşmergeyan bingeha sereke ye bo rêkxistina bizavên leşkerî û rêkarên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, bi rengekî ku di xizmeta sîstem û dezgehên berevaniya neteweyî ya welatî de be.

Etrûşî tekez jî kir ku avêtina gavan ber bi yekxistina temam a van hêzan di bin yek sîwana hevpar de werçerxaneka girîng e ber bi bihêzkirina ewlehî û tenahiya berdewam li Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê; herwesa dibe sedema bilindkirina asta hevahengiyê di navbera hêzên federalî û hêzên Herêma Kurdistanê de bo rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê yên hevpar û parastina ewlehiya welatiyan.

Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.