Wezîrê Derve yê Îranê gihişt New Yorkê

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Wezîrê Derve Ebbas Araqçî, ji bo beşdarbûna di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de, gihişte bajarê New Yorkê yê Amerîkayê.

Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, Araqçî piştî gihiştina xwe ya New Yorkê, pêwendiyeke telefonî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres pêk aniye û her du aliyan li ser rojeva xebatên Civata Giştî axifîne.

Araqçî derbarê armanca serdana xwe de diyar kir: "Armanca me ya sereke ew e ku em ji vê meydana mezin a navdewletî sûd wergirin, daku bergiriyê li mafên rewa û berjewendiyên gelê Îranê bikin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştî gihiştina New Yorkê li ser tora civakî ya “X” ragihand, Araqçî dê di çarçoveya vê xulê de ligel hejmarek berpirs û wezîrên derve yên welatên beşdar hevdîtin û şêwiran pêk bîne.

Tevî ku Amerîkayê rê da şanda Îranê ku beşdarî civînên NY bibe, lê belê heman rêkar û qedexeyên sala borî bi ser wan de sepandin. Di nav van sînordarkirinan de qedexekirina kirîna kelûpelên luks û buha yan jî hin berhemên din.