Agir berbû çend gundên Pêncwînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Agir berbûye çend gundên Pêncwînê û nêzîkî 300 donimên pûş û pawan û darûbaran heta niha şewitandine. Tîmên bergiriya şaristanî jî bizvê dikin ku wî agirî kontrol bikin û du kes jî şewitîne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê îro (În, 29ê Tebaxa 2025ê) got, “Ji êvara duhî ve agirekî mezin û berfireh berbûye gundên Helalawa û Mesoyê yên girêdayî qezaya Pêncwînê û nêzîkî 300 donimên pûş û pawan û darûbaran heta niha şewitandine.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir, “Du kes di dema kontrolkirina wî agirî de bi giranî şewitîn û ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine veguhastin, da ku çareseriyê werbigirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da, “Ji ber hebûna mîn, gulehawin û teqemeniyan li wê deverê, kontrolkirina agirî bizehmet ketiye. Zêdebarî wê yekê, sedema wê şewatê jî hîn nehatiye eşkerekirin.”

Ev di demekê de ye ku, li şeva 17-18ê Tebaxa 2025ê agir berbû pûş û pawanên gundên Çinar û Mordînê yên Helebçeyê jî; ku mêrekî 28 salî bi navê Arî Muxtar û polîsek mirin û du kesên din jî şewitîn.

Nêzîkî 5 hezar donimên pûş û pawanan û hejmareke mezin a candarên kûvî şewitîn û şeş gundên wê deverê jî bi giranî zirar dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment