Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewendiya fermanberên girtiyên siyasî de dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryareke nû di berjewendiya wan fermanberan de derxistiye ku girtî û zindanîkiriyên siyasî bûne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, li gorî nivîsa hejmar (9804) a Dîwana Encûmena Wezîran, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser berdewamiya karê van fermanberan heta temamkirina 65 saliya wan nîşan daye.
Herwiha hat diyarkirin, biryar, hemû girtî û zindanîkiriyên siyasî yên ji komên 9an heta 15an ên xizmetê li xwe digire. Mûçeyê wan ê ji bo berdewamiya karê wan dê li ser budceya wezaretên wan ên pêwendîdar bê xerckirin.