Şandeke bilind a dewleta Îmaratê digihîje Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke payebilind a dewleta Îmaratê bi serokatiya îro digihîje Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.

Şandeke payebilind a dewleta Îmaratê îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) bi serokatiya Wezîra Dewletê ji bo Karûbarên Derve ya wî welatî Nûra Kabî digihîje Hewlêra paytexta Herma Kurdistanê.

Ew şand ji Wezîrê Rewşenbîrî Şêx Salim bin Xalid Qasimî û hejmareke berpirsên din ên Îmaratê pêk tê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve tê pêşwazîkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Ehmed Ebdilsemed got, “Amadekarî ji bo pêşwazîkirina şanda Îmaratê li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatine kirin.” Herwesa got, “Biryar e ku ew şand bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.”
Ehmed Ebdilsemed amaje jî da ku “Ji bilî Hewlêrê, biryar e ku ew şand serdana parêzgeha Mûsilê jî bike.” Herwesa got, “Wekî ku di plan û bernameyên wê şandê de heye, ew dê li Hewlêrê çend çalakiyên bikin, wekî serdankirina projeyên wan, yek ji wan projeyan jî nûjenkirina mizgefta Nûrî ye, herwesa ew dê çend rojan li Hewlêrê bimînin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê eşkere jî kir, “Serdana wê şandê ji bo Hewlêrê bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ye, li ser asta siyasî, aborî û civakî.”

 
Fly Erbil Advertisment