Pervîn Buldan: Ocalan got ‘Rojava xeta sor e’ û dixwaze bi nûnerên wê re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama şanda Îmraliyê û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Buldan, derbarê nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Ocalan Rojavayê Kurdistanê wekî "xeta sor" binav dike û bang kir ku divê komîsyon rasterast bi wî re hevdîtinê bike.

Pervîn Buldan, ku ji medyaya nêzîkî DEM Partiyê re axivî, eşkere kir ku Ocalan mijara Rojava û Sûriyeyê bi awayekî sereke ligel şanda dewletê gotûbêj dike, ne bi şanda DEM Partiyê re. Buldan got: "Ocalan çend caran ji me re got, 'Sûriye û Rojava xeta min a sor e. Ji bo min ew der cihêreng e.' Lê ji bilî vê, derbarê hûrgiliyên Rojava de ligel me nakeve nîqaşê."

Buldan herwiha diyar kir, Ocalan girîngiyeke mezin dide danûstandina rasterast bi nûnerên Rojavayê Kurdistanê re û got: "Wî tekez kir ku eger derfet çêbibe, ew dixwaze bi nûnerên Rojava re jî bicive û li ser çareseriyê gotûbêj bike. Bi baweriya wî, eger ev pêwendî çêbibe, dê çareserî hêsantir bibe."

"Rojava hestiyariya herî mezin a gelê Kurd e"

Buldan daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û hişyarî da: "Divê Tirkiye di mijara Rojava de li kêleka gelê Kurd be. Operasyoneke li dijî destkeftiyên gelê Kurd li Rojava ti sûdê nade Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl nakin. Rojava hestiyariya herî mezin a gelê Kurd e."

Wê bi awayekî tund hişyarî da û got: "Em li Tirkiyeyê çi qas gavên demokratîk bavêjin jî, biçûktirîn windahî li Rojava an operasyoneke li dijî wê, dê di nava gelê Kurd de bibe sedema hilweşîneke mezin. Ev yek nayê qebûlkirin û di serî de birêz Ocalan wê qebûl nake."

Rola Komîsyonê û Banga Hevdîtina bi Ocalan re

Derbarê komîsyona "pêvajoya aştiyê" de, Buldan got ku divê rola wê rast bê fêmkirin: "Ev komîsyon ne ji bo çareserkirina giştî ya pirsa Kurd, lê tenê ji bo qonaxa danîna çekan û entegrasyonê hatiye damezrandin." Tevî vê yekê, Buldan komîsyon wek gaveke "gelekî bi qîmet" bi nav kir û bang kir ku divê komîsyon rasterast bi Ocalan re bicive, ji ber ku "gelek tişt li cem wî hene ku dikare ji komîsyonê re bêje."

 
 
Fly Erbil Advertisment