Parlamenterê HUDA-PARê: Gelê Kurd hişyar bûye û divê bibe hevparê dewletê
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê HUDA-PARê yê Batmanê Serkan Ramanlî, derbarê Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê û Pirsa Kurd de ragihand, her pêvajoyek hem derfet û hem jî metirsiyan bi xwe re tîne û tekez kir, serkeftina vê pêvajoyê bi awayekî mezin li ser helwest û karê Kurdan bi xwe maye.
Parlamenterê HUDA-PARê yê Batmanê Serkan Ramanlî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û da zanîn ku divê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd van derfetan ji bo berjewendiyên gelê xwe bikar bînin û destkeftiyên xwe zêdetir bikin.
"Pêwîst e êdî PKK berê xwe bide siyaseta sivîl"
Ramanlî da zanîn, armanca sereke ya pêvajoya heyî ew e ku “PKK bi temamî dest ji çekan berde û berê xwe bide siyaseta sivîl.” Li gorî gotina wî, ev yek ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê berjewendiyeke mezin e û dê bibe sedema peydakirina aramiyê.
Herwiha got: "Her pêvajoyek wek teklîfeke, wek teşebusek e. Ev prose bi biryara siyasetmedar û desthilatdaran birêve diçe. Pêwîst e em jî, ji bo gelê xwe çi baş be, berê vê proseyê bidin wî alî."
"Gelê Kurd li Tirkiyeyê Hişyar Bûye"
Parlamenterê HUDA-PARê bal kişand ser zext û siyaseta înkarê ya ku zêdetirî sed salî ye li ser Kurdan tê meşandin û got: “Zêdetirî sed salî ye ku Kurd bi înkar, red û asîmîlasyonê re rûbirû bûne. Lê belê encamdana vê proseyê ji me Kurdan dest pê dike. Ger em dest ji vê doz û daxwazên xwe berdin, dê her tişt di cihê xwe de bimîne. Hişmendiya gelê Kurd di vî warî de xurt bûye. Gelê Kurd li Tirkiyeyê bi nasname û zimanê xwe bawer e û tevî ku beşek asîmîle bûne jî, bi giştî nehatine asîmîlekirin.”
Ramanlî herwiha rexne li têgihiştina hinek aliyan girt û got: “Mixabin birayê me yê Tirk ê misilman, muameleya misilmantiyê bi birayê xwe yê Kurd re nake.”
Helwesta HUDA PARê: Em dewletê nakin du parçe
Derbarê beşdarbûna serokê partiya xwe di komisyona têkildar de, Ramanlî got: “Ji ber ku em zêde giringiyê didin vî karî, serokê me yê giştî bi xwe got ‘ez ê bibim endamê vê komisyonê’. Armanca vê komisyonê ew e ku Tirkiye bibe welatekî bê teror.”
Wî herwiha bal kişand ser rola xebata siyasî û sivîl û got: “Ev 20 sal zêdetir e li Tirkiyeyê riya siyasetê vekiriye. Ango bi riya siyasetê, bi gotûbêjê, bi îqnakirinê, mirov dikare têkoşînê bike û ne hewce ye ku kuştin çêbibe. Lazim e ev kuştin ji holê rabe, ji ber ku di van 40 salan de herî zêde Kurdan zerer dîtiye.”
Ramanlî tekezî li ser çareseriya di nav sînorên Tirkiyeuê de kir û got: “Niyeta me ne ew e ku em dewletê bikin du parçe. Kurd îro li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bûne. Em divê bibin şirîkê dewletê bi tevahî. Heqê Tirkan çi hebe, heqê Kurdan jî divê ew be.”
"Pêwîstiya Şamê bi Kurd, Durizî û Elewiyan heye"
Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, Ramanlî amaje pê kir: "Kurdên Sûriyeyê ji rêjîma berê ya Esed gelek mexdûr bûne. Niha derfet li pêş Kurdên Sûriyeyê heye. Hikûmeta li Şamê bi tena xwe nikare tevahiya Sûriyeyê birêve bibe, ji ber wê pêwîstiya wê bi Kurd, Durizî û Elewiyan heye. Pêwîst e niha ew hev re û bi dadwerane welatê xwe ava bikin. "