Liv û tevgera DAIŞê li Kerkûk zêde bûye: Sûdê ji valahiya ewlehiyê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de werdigirin û li sinorê nahiyeya Şiwan a Kerkûkê dest bi tevgerê kirine. Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, divê ev valahî bi hêzeke hevbeş bê dagirtin, lê Bexda vê yekê qebûl nake.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di nava meha dawî de du caran çekdarên DAIŞê li sinorê nahiyeya Şiwanê hatine dîtin û ji xelkê gundan daxwaza xwarinê kirine. Ev yek bûye sedema tirs û fikaran di nava welatiyan de. Ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, jiyana Kurdên li van gundan rastî gelek zehmetiyan hatiye; bi roj nikarin bi rehetî karê xwe yê çandiniyê bikin û bi şev jî ji bo parastina xwe nobetê digirin û çavdêriya tevgera DAIŞê dikin.

Cotkarekî bi navê Ferhad Pelkaneyî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Agahiyên li ser tevgera DAIŞê rast in. Jiyana me piştî 16ê Cotmehê bi temamî guheriye. Em bi şev bi ronahiya çirayan hevdu agahdar dikin û bi şîfreyên taybet ji hev re dibêjin ka rewş aram e yan na.”

Derbarê çareseriyê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah got: “Me berê jî daxwaz kiribû ku foceke Lîwaya 20an a artêşa Iraqê derbasî aliyê din ê Pirdê bibe da ku bikaribe wê valahiya ewlehiyê dagire, lê hikûmeta Iraqê razî nebû.”

Ebdullah herwiha anî ziman, Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vekişîna hêzên Amerîkî de zelal bû û hişyarî dabû ku biryareke şaş neyê dayîn ku Iraqê vegere xala destpêkê.

Hêzên Pêşmerge çendîn caran ji aliyê Iraqê re ragihandine ku ew amade ne pêşve biçin û tevahiya wê sinorê kontrol bikin, lê heta niha Bexda ev yek qebûl nekiriye.

Metirsiya DAIŞê li sinorê Kerkûkê hîn jî berdewam e û tenê di şeş mehên borî de, çekdarên DAIŞê pênc êrîşên cuda li dijî hêzên Iraqê pêk anîne.

 
Fly Erbil Advertisment