Dozgerê Giştî yê Stenbolê di êrîşeke bi kêrê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dozgerê Giştî yê Komarê Ercan Kayhan li xwaringeheke derdora Stenbolê rastî êrîşeke bi kêr hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyên ku di medyaya Tirkiyeyê de hatine belavkirin, Dozgerê Giştî Ercan Kayhan duh 3ê Îlonê li navçeya Çekmekoyê dema ku li xwaringehekê bû, ji aliyê kesekî ve bi kêrê êrîş lê hat kirin.

Hat zanîn ku êrîşkarê bi navê Mustafa Can Gul (19 salî), ji ber dijminatiyeke kevin ev êrîş pêk aniye.

Tevî ku tîmên tenduristiyê bi lez û bez gihîştin cihê bûyerê, ji ber ku derba kêrê li stûyê wî ketibû, Dozger Kayhan nehat rizgarkirin û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, gumanbar Mustafa Can Gul ji aliyê tîmên polîsên Stenbolê ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment