Herdu wezaretên xwendina bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê pêşengiyek ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - 105 xwendekarên Herêma Kurdistanê di vê sala akademîk de li zanîngehên Iraqê hatine wergirtin, herwesa 266 xwendekarên parêzgehên Iraqê jî li zanîngehên Kurdistanê qeyd bûne û li Herêma Kurdistanê dixwînin.

Herdu Wezaretên Xwendina Bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşengiyek ji bo xwendina xwendekaran li zanîngehên Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand.

Wezîrê Xwendina Bilind ê Iraqê Neîm Ebid Yasir Ebûdî got: "Ji piştî sala 1991ê, ev pêngava yekê ye û plan heye ku di salên pêş de hejmara kursiyên xwendekaran li Herêma Kurdistanê û Iraqê bê zêdekirin."

Piştî 34 salan, ji bo cara yekê xwendekarên Herêma Kurdistanê dikarin li zanîngehên Iraqê bixwînin û berevajî jî, xwendekarên parêzgehên Iraqê jî dikarin li zanîngehên Herêma Kurdistanê bixwînin.

Ji bo sala akademîk a 2025-2026ê, hezar kursiyên xwendinê ji bo xwendekaran hatine dabînkirin û 105 xwendekarên Kurdistanê li zanîngehên Iraqê û 263 xwendekarên Iraqî jî li zanîngehên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin.

Wezîrê Xwendina Bilind ê Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev pêngaveka baş e û mimkin bê pêşxistin, ji ber ku wergirtina xwendekaran li sala 1991ê hatibû rawestandin, ji ber vê yekê em xwe pir kêfxweş hîs dikin û ev serkeftineka pir baş a hikûmetê û Wezareta Xwendina Bilind e, herwesa em dixebitin ku di salên bê de wê hejmarê zêdetir bikin.”

Her çend pirsgirêka itîrafpêkirina piraniya zanîngehan di navbera herdu Wezaretên Xwendina Bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye çareserkirin jî lê ji ber cudahiyên pergala perwerdehiyê, ziman û dema dewamên zanîngehan, heta niha jî zanîngeha Germiyanê û 5 zanîngehên din ên girêdayî hikûmeta Iraqê li sînorê deverên veqetandî arêşeya itîrafpêkirinê heye.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê Xetab Ehmed got: “Niha nêzîkî 85 zanîngehên taybet hene. Ji vê hejmarê, me bi 80 zanîngehan re tu pirsgirêkek nîne. Tenê pênc zanîngeh nebin, ew jî ji ber ku ew li wan sînoran in an jî li wan deverên derveyî Herêma Kurdistanê ne û me têbînî li ser wan hene.”