Hikûmeta Herêma Kurdistanê şûnwarekê dîrokî û olî li Şêxanê nûjen dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya girîngîdana bi şûnwar û cihên olî de, şûnwarê Nehdarê li qezaya Şêxanê nûjen kir.

Muxtar Felah Hesen ji Kurdistan24ê re got: "Berê li vê derê neh dar hebûn. Ji wan her neh daran, sê dar mabûn. Ew her sê dar jî ber jiyê xwe yê mezin ketin û neman.”

Felah Hesen herwesa ragihand: “Me wekî muxtar û encûmen bi dezgehên hikûmetê re karekî baş kir û me biryar da ku, vê derê dîsa nûjen bikin û vegerînin rewşa caran.”

Navbirî amaje jî da: “Spas ji bo rêberên olî, Qayimqam, Şaredarî, Mîr, Parêzgarê Dihokê û wê şîrketa ku cadeya dualî ya Lalişê çê kir, ku ew hemî alîkar bûn ku ev şûnwar careka dî bê nûjenkirin.”

Rih û rîşalên vî cihî kevnar in, dîroka wê vedigere serdemên bav û kalan û li gorî hin çavkaniyan serdemekê goristan jî bûye.

Şûnwarnas Mihemed Teter ragihand: “Nehdar yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî yên qezaya Şêxanê ye, ku dîroka wê vedigere serdemên kevnar, heta vedigere serdema Mîrgeha Badînan, ku di wê serdemê de cîhê bêhnvedan û mayîna kesên ku di vê rêyê re diçûn wîlayeta Mûsilê bû.”

Mihemed Teter eşkere jî kir: “Tevî wê yekê jî, ev dar di mîtolojiya ola Êzîdiyan de xwedî taybetmendiyek e, ku jê re "Darka Amadîn" tê gotin. Herwesa ev nav di tomarên dewleta Iraqê de li sala 1935ê wekî goristanek li vî cihî hatiye tomarkirin.”

Kesatiyê Êzîdî Pîr Xelat jî got: “Ev jî yek ji cihên pîroz û kevnar ên deverê ye. Bi rastî, navê wê Rojgeh e, Rojgeh Mergeh e. Niha jî, her kes li qezaya Şêxanê wê wekî "Mergeh"a Êzîdiyan dizane.”

Pîr Xelat amaje jî da: “Ev biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû. Em spasiya wî dikin ku got: divê ev cih hemî bên nûjenkirin.”

Di dema merasîma vekirina rêya dualî ya Şêxanê ber bi Perestgeha Lalişê de berî zêdetirî mehekê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku her cihekê pêdivî li deverê bê nûjenkirin.