Ji bo ku zarokên Kurd waneya kurdî nehilbijêrin fişar li wan tên kirin: Kurdî yan Quran

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (DILKURD) Canan Yildirim bal kişand ser astengî û taktîkên ku ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve li dijî hilbijartina waneya zimanê Kurdî tên bikaranîn. Li gorî Yildirim, rêveber hestên olî yên malbatan bikar tînin û wan dixin di navbera hilbijartina dersên olî û zimanê Kurdî de, da ku malbat dest ji zimanê xwe yê zikmakî berdin.
Canan Yildirim ji K24ê re diyar kir, dema malbat ji bo zarokên xwe waneya bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin, rastî fişarên derûnî tên. Rêveberên dibistanan waneyên weke "Qurana Pîroz" û "Jiyana Hezretê Muhammed" dixin pêşberî waneya Kurdî û bi pirsên weke, "Ma hûn ê çawa dest ji Qurana Pîroz berdin û zimanê Kurdî hilbijêrin?" malbatan dixin rewşeke dijwar.
Yildirim tekez kir, bi vê rêbazê, rayedar hewl didin wisa bidin fêmkirin ku heger malbat zimanê xwe li şûna dersên olî hilbijêrin, ew ê "gunehkar" bibin.
Rêvebera DILKURDê Canan Yildirim wiha axivî: "Dema malbat diçin bo zarokên xwe waneya bijare hilbijêrin, an ji wan re dibêjin waneya zimanê kurdî nîne, an jî dibêjin waneya qurana pîroz heye, waneya Jiyana Hezretê Muhemmed heye; ji ber wê jî malbat dudilî dibin û an ditirsin waneya zimanê kurdî hilbijêrin an jî wisa fam dikin ku eger wenaye qurana pîroz nehilbijêrin gunehbar dibin."
Herwiha Canan Yildirim daxwaza sereke ya komeleya xwe û gelek saziyên zimanê Kurdî dûbare kir û got: "Em dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî were dayîn. Herwiha, divê waneya zimanê Kurdî ji statuya bijarte were derxistin û bikeve statuya mecbûrî de."
Werzê Perwerdehiyê ya 2025 û 2026ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 8ê Îlonê dest pê kir. Li Bakurê Kurdistanê jî hem astengiyên pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî û hem jî kêmbûna dibistan û mamosteyan di rojevê de ne.