Endamê şanda Hollandayê: Li Kurdistanê hêsankariyeke mezin ji bo kompaniyên veberhênanê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda bazirganî ya Hollandayê ragihand, ew dixwazin ezmûna pêşketî ya welatê xwe di sektora çandiniyê de bînin Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku li Kurdistanê hêsankariyeke mezin ji bo kompaniyên veberhênanê heye.

Endamê şanda bazirganî ya Hollandayê Peter de Graaf îro 9ê Îlonê ji K24ê re got: "Pêwendiyên me yên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Armanca me ew e ku em li vir derfetên nû yên bazirganiyê bibînin da ku veberhênaneke zêdetir bikin."

De Graaf herwiha da zanîn, Herêma Kurdistanê ji Iraqê û deverên din cuda ye û got: "Li vir ji bo veberhêneran hêsankarî heye û derî li ber kompaniyên veberhênanê vekirî ye. Ev yek ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve jî hatiye tekezkirin."

Nûnerê Hollandî bal kişand ser pêşketina berçav a Herêma Kurdistanê û bi taybetî Hewlêrê û got: "Ev rastiyek ku nayê înkarkirin e. Hebûna hejmareke mezin a bazirgan û veberhêneran li vir nîşaneke pir baş e."

Herwiha tekez kir jî, tevî hinardekirina gelek berhemên Hollandî bo Herêmê, ew niha dixwazin bi taybetî di sektora çandiniyê de pêwendiyên bazirganî pêş bixin û ezmûna pêşketî ya Hollandayê di vî warî de veguhezînin Herêma Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment