Gülüstan Kiliç Koçyi̇ği̇t: Civîna bi Ocalan re daxwaza gelê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîla Serokê Fraksiyona Dem Partiyê li Parlementoya Tirkiyeyê amaje da, “Civîna Komîsyona Aştiyê bi Rêberê PKKê yê Girtî Abdullah Ocalan re dê pêvajoya aştiyê derbazî qonaxeke nû bike û ev jî daxwaza gelê me ye.”

Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) li Parlementoya Tirkiyeyê Gülüstan Kiliç Koçyi̇ği̇t îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Ev komîsyon guh dide her kesî, lê pêdivî ye ku guh bide kesekî din.”

Gülüstan Kiliç Koçyi̇ği̇t tekez jî kir, “Divê ev komîsyon yekser biçe Îmraliyê û bi aliyekî sereke yê vê pêvajoyê re, ku ew jî Ocalan e, bicive û guh bide nêrîn û pêşniyarên wî."

Wekîla Serokê Fraksiyona Dem Partiyê herwesa got, "Ev ne tenê bendewariyek e, lê daxwaza gelê me ji bo aştiyê û pêdivîtiya vê pêvajoyê ye. Li dawiyê heke em li ser mijareke dîrokî ya wekî pirsa Kurdan diaxivin, heke em li ser afirandina rewşeke nû diaxivin, divê em gavên wêrek biavêjin."

Wekîla navbirî amaje jî da, “Ev civîn dê vê pêvajoyê bileztir bike. Ya ji hemiyê girîngtir, ew dê baweriya gel bi çareseriyê xurttir bike û dê pêvajoya aştiyê jî derbazî qonaxeke nû bike."

Fly Erbil Advertisment