Li Koyê Navenda Gurçikên Destkird barê nexweşan sivik dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Gurçikên Destkird a li navçeya Koyê, ku sal û nîvek berê hate vekirin, di vê dema kurt de karîbû xizmeteke girîng pêşkêşî nexweşên herêmê bike. Di vê navendê de, heta niha 4 hezar caran gurçikên nexweşan hatine şûştin, ku berê neçar diman ji bo vê xizmetê rêyeke dûr û dirêj heta bajarên wekî Silêmanî, Hewlêr, Ranya û Kerkûkê bibirin.
Rêveberê Navenda Gurçikên Destkird a Koyê Ebdullah Mehmûd ji K24ê re ragihand, armanca sereke ya vekirina navendê ew bû ku barê li ser milê nexweşên ku gurçikên wan ji kar ketine sivik bikin.
Herwiha got: "Di vê dema sal û nîvê de, tîmeke pispor û perwerdekirî bi alav û pêdiviyên ku ji wan re hatine dabînkirin, kar û barê nexweşan bi rê ve dibin."
Selah Fetah, nexweşekî ku 16 sal in bi vê nexweşiyê re dijî, spasiya xwe ji bo navendê anî ziman û got: "Carekê ez neçar mam ku li nexweşxaneyeke taybet gurçikên xwe bişom, ji bo carekê tenê 300 hezar dînar ji min wergirtin. Lê ev navend a hikûmetê ye, ez heftane sê caran û mehane 12 caran gurçikên xwe dişom, bêyî ku yek dînarî jî bidim."
Ji bo Selah, amûra diyalîzê 16 sal in bûye yek ji hevalên wî yên herî nêzîk. Heftê sê rojan, her carê du saetan, xwîna wî bi vê amûrê ve tê girêdan da ku ji madeyên ziyanbexş were paqijkirin û ji nû ve vegere laşê wî.
Newroz Mecîd, ku endezyariya xwarinê xwendiye û 9 meh in gurçikên wê ji kar ketine, behsa bandora vê nexweşiyê li ser jiyana xwe kir. Wê got: "Piştî zanîngehê, xewn û hêviyên min ên mezin ji bo jiyanê hebûn, lê niha ne tenê xewnên min, jiyana min bi xwe jî bi vê amûrê û xizmetguzariyên li vir ve girêdayî ye."
Newroz herwiha spasiya tîma navendê kir û got: "Dema ez hatim vir, ez gelek şikestî bûm, lê xebatkarên vir wekî bijîjkên derûnî bi min re tevdigeriyan û tu carî kêmî nekirin."
Rawestandina gurçikan nexweşiyeke demdirêj e ku tê de nexweş şiyana paqijkirina xwîna xwe ji madeyên bermayî winda dike. Ji ber vê yekê, bi rêya amûra diyalîzê, xwîn bi awayekî destkird tê paqijkirin, ku ev yek ji bo berdewamiya jiyana van nexweşan pêwîstiyeke bingehîn e.