Li Qamişlo krîza xwînê heye: Bang li Rêveberiya Xweser tê kirin ku Banka Xwînê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo û derdora wê, peydakirina xwînê ji bo nexweşan bûye pirsgirêkeke jiyanî. Bi taybetî ji bo nexweşên ku pêwîstiya wan bi emeliyatan heye, malbat û bijîşk dikevin nava hewldaneke dijwar. Li gorî agahiyên ji herêmê, ji ber nebûna Banka Xwînê û nedestketina xwînê di wextê xwe de, hejmarek nexweş jiyana xwe ji dest dane.

Malbat li Medyaya Civakî li Xwînê Digerin

Welatiyên ku nexweşên wan li nexweşxaneyan in, rewşê wekî "karesek" bi nav dikin. Îsmaîl Hesen, ku zarokê wî li nexweşxaneyê ye, zehmetiyên xwe wiha anî ziman: "Ji bo ku em xwînê peyda bikin, em li ser Facebookê belav dikin. Carinan bi zehmetî em yekî dibînin, lê heta digihîje, dibe ku ji bo nexweşê me dereng be. Em daxwaz dikin ku Banka Xwînê vegere û ev pirsgirêk were çareserkirin."

Rêveberiya Nexweşxaneyê: "Bar Giran Bûye"

Karmendên tenduristiyê jî piştrast dikin ku rawestandina Banka Xwînê barekî giran xistiye ser milê wan. Menal Mehemed, Rêvebera Nexweşxaneya Selam, got: "Piraniya emeliyatên me pêwîstî bi xwînê heye. Berê dema Banka Xwînê hebû, hemû comerdên xwînê di destê me de bûn û karê me hêsan bû. Lê niha, ev bar bi giranî ketiye ser milê nexweşxane, bijîşk û bi taybetî malbata nexweş."

Mehemed her wiha bang li Wezareta Saxlemiyê ya Rêveberiya Xweser kir ku bi lezgînî vê bankê ji nû ve çalak bike.

Ev qeyran beşek e ji pirsgirêkên mezin ên sektora tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê, ku bi kêmbûna piştgirî û alavên pizîşkî re rû bi rû ye. Welatî û xebatkarên tenduristiyê daxwaz dikin ku bi lezgînî çareseriyekê ji vê pirsgirêka jiyanî re bibînin.

 
Fly Erbil Advertisment