Şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hinardekirina petrolê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayekî online civiyan û mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û zêdekirina asta berhemanînê gotûbêj kirin.
Li gorî zanyariyên peymnêrê K24ê li Bexdayê, îro 14ê Îlonê şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê bi rêya online ligel sê wezîrên Kurd ên di hikûmeta Iraqê de civiya û pirsa hinardekirina petrolê nirxand.
Civîn di çarçoveya biryara Encûmena Wezîran a Iraqê de pêk hat, ku li gorî wê biryarê divê hemû petrola ku li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, ji bilî 50 hezar bermîlên ji bo bikaranîna navxweyî, radestî Kompaniya Neteweyî ya Petrolê ya Iraqê (SOMO) bê kirin, heta ku hikûmeta Iraqê û kompaniyên petrolê digihîjin rêkeftineke nû.
Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê lez di destpêkirina hinardekirina petrolê de bê kirin heta ku Wezareta Petrolê û aliyên peywendîdar rêkeftineke dawî îmze dikin. Herwiha hat gotûbêjkirin ku divê asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê qonax bi qonax bê zêdekirin heta ku bigihîje asta xwe ya berê.
Ji aliyekî din ve, hatibû ragihandin ku Encûmena Dewletê ya Iraqê dê roja Sêşemê, 16ê Îlona 2025an, bicive da ku şêwirmendiya yasayî li ser pirsgirêka dahatên nepetrolî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bide Encûmena Wezîran a Iraqê.