Xwendekarên Kurd li Sûriyeyê hatin xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava ahengek ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî yên bekaliryosê yên Kurd li Şama paytexta Sûriyeyê rêk xist. Li gorî wê yekîtiyê, armanc ji vê çalakiyê ew e ku hîn bêtir piştgirîya xwendin û hînbûnê bike û xwendekaran teşwîq bike da ku di nav xwendekaran de bêtir girîngî pê bê dayîn.

Ehmed Haco, ku yek ji rêkxistinkerên wê ahengê ye, ji Kurdistan24ê re got, "Piştî hilweşîna rejîma Esed, xwendekar roleke girîng dilîzin, xasma jî divê endamên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava rola xwe di zanîngeh û dibistanan de bilîzin, da ku bikarin xizmeta xwendekaran bikin."

Hejmareke zêde ji endamên wê yekîtiyê, nûnerên dezgeh û komeleyên rewşenbîrî, malbatên xwendekarên Kurd û kesatiyên akademîk û civakî di wê ahengê de amade bûbûn.

Ebas Mihemed, ku yek ji xwendekarên xelatkirî ye, spasiya rêkxistinkeran kir û amaje da, "Ev serkeftin serkeftina hemî Kurd û Kurdistanê ye. Ez hêvîdar im ku em dê her gav serkeftî bin.”

Xwendekarekî din jî bi navê Eymen Hisên kêfxweşiya xwe diyar kir û got, "Ez pir kêfxweş im ku îro bi hevalên xwe re têm xelatkirin. Ev xelata 12 salên xwendina me ye."

Di wê ahengê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, xwendin û hînbûn ji bo avakirina paşerojê çekên herî bihêz in, herwesa serkeftina xwendekarên Kurd ne tenê serkeftineke kitekesî ye, lê herwesa ji bo doza Kurdî û parastina nasnameya Kurdan li Sûriyeyê serkeftin e.

Fly Erbil Advertisment