Al Partî ji Şera re: Hejmara Kurdan bi referandumê diyar dibe, ne bi siyaseta înkarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Al Partî) bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şera yên derbarê kêmkirina rêjeya hejmara Kurdan li Sûriyê de. Al Partî ev daxuyanî wek "propagandaya şaş" û "înkara rastiyên dîrokî û demografîk" ên gelê Kurd li ser axa xwe nirxand.

"Hejmara Rastîn bi Referandumê Eşkere Dibe"

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rastî ne bi axaftinên siyasî, lê bi amûrên zanistî û demokratîk tê pîvandin û hat gotin: "Rastî bi referandumeke azad li herêmên Kurdî û vegera penaber û koçberan bo warên wan ên resen eşkere dibe. Gelê Kurd ne mêvan e li ser vê axê, belkû yek ji kevintirîn gelên herêmê ye û hebûna wî vedigere dema beriya avabûna dewleta Sûriyê ya nûjen."

"Berdewamiya Siyasetên Şovînîst"

Al Partî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser siyasetên sîstematîk ên înkarê ku ji aliyê rejîmên li pey hev û hin hêzên opozîsyonê ve hatine meşandin û mînakên wek "Serjimêriya Awarte ya sala 1962an" a ku bi sed hezaran Kurd bê nasname hiştin, û projeyên "Kembera Erebî" û guhertina demografîk bi bîr xist. 

Herwiha Al Partî tekez kir ku gotinên Şera berdewamiya heman zihniyeta şovînîst e ku hewl dide mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd lawaz bike.

"Çareserî Sûriyeyeke Federal e"

Di dawiya daxuyaniyê de, partiyê destnîşan kir, bersiva rastîn ne tenê nîqaşên devkî ne, lê tekezkirina li ser mafê çarenivîsê yê gelê Kurd e. Hat gotin: "Çareserî di Sûriyeyeke demokratîk, piralî û federal de ye ku li ser bingeha naskirina hevbeş û hevpariyeke rasteqîn ava bibe. Pêşerojeke bi îstîkrar a welat nikare li ser bingeha înkara pêkhateyeke bingehîn a ku bi hezaran sal e li ser axa xwe ya dîrokî dijî, were avakirin."

 
Fly Erbil Advertisment