Wezîrekî Herêmê: Em bi çareserkirina pirsgirêka mûçeyan ligel Bexdayê geşbîn in

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan geşbîn e û tekez jî dike ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe li beranberî hikûmeta federal bicîh anîne.
Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdilkerîm îro (Yekşem, 12ê Îlona 2025ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyarên Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî pejirandin.”
Dana Ebdilkerîm herwesa got ku, ew ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan di navbera Hewler û Bexdayê de geşbîn e.
Navbirî tekez jî kir ku, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê hemî xalên girîng ên pêşniyara Bexdayê pejirandine, bi wî şertî ku di çarçoveya destûra Iraqê de be.
Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê amaje jî da, "Em wekî Herêma Kurdistanê nikarin tiştekî ku li derveyî destûrê be bikin, ji ber ku destûr mafên gelê Kurd diparêze. Divê em destûra xwe biparêzin, da ku mafên gelê Kurd biparêzin."
Ev di demekê de ye ku, bizav ji bo bidestxistina lihevkirina herdemî û bidawîanîna pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewler û Bexdayê de berdewam dikin.