Li Qamişlo semînarek ser dûrketina ciwanan ji siyasetê hat lidarxistin
Qamişlo (K24) – Bi helkefta 12emîn salvegera damezrandina xwe, Yekîtiya Xwendewan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava semînarek li bajarê Qamişlo lidar xist. Semînar ku bi beşdariya hejmareke berçav a siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan û ciwanan birêve çû, li ser mijara "Rola Ciwanan di Tevgera Siyasî de" û sedemên dûrketina wan ji partiyan hat lidarxistin.
Di semînarê de, encamên rapirsiyekê hatin pêşkêşkirin ku nêrîna ciwanan li ser performansa partiyên siyasî yên Kurdî nîşan dida. Li gorî rapirsiyê, piraniya ciwanan ji kar û xebata partiyan nerazî ne, ku ev yek bû mijara sereke ya nîqaşan.
Nifşê Nû û Siyaseta Klasîk
Lêkolîner Şivan Îbrahîm, yek ji panelîstên semînarê, bal kişand ser taybetmendiyên "Nifşê Z" (Generation Z) û got ku ev nifşê nû nêrîneke cuda li siyasetê dike. Îbrahîm diyar kir, "Ev nifş hez ji karê siyasî yê klasîk û rêxistinbûnê nake, lê bi awayekî din bi rewşa siyasî ve girêdayî ye. Divê partiyên me lêkolîneke kûr û ciddî li ser vê yekê bikin û bizanibin çawa bi awayekî nû xwe bigihînin ciwanan."
"Sedem Vedigere Tevgera Siyasî"
Ji aliyê xwe ve, siyasetmedar Ebdulrehîm Elî rexne li tevgera siyasî ya Kurdî kir û got ku ew di kişandina ciwanan de bi ser neketiye. Elî anî ziman, "Divê tevgera siyasî ya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de xwe binirxîne. Mixabin îro em dibînin ku çînên xortan, bi taybetî xwendewan û akademîsyen, dûrî tevgera siyasî ya Kurdî ne. Sedem jî vedigere tevgera siyasî ku nekarî wan bikişîne nava xwe."
Bang li Partiyan Hat Kirin
Beşdarên semînarê jî di nîqaşên xwe de tekez kirin ku berpirsiyariya sereke dikeve ser milê partiyên siyasî ku derfet û qadê ji bo ciwanan vekin û guh bidin daxwaz û rexneyên wan.
Yekîtiya Xwendewan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava di sala 2013an de hatiye damezrandin û ji bo bihêzkirina rola xwendewan û ciwanan di nav civakê de bi rêya lidarxistina çalakî, semînar û xulên perwerdeyê kar dike.