Parêzerên Ocalan gihîştin Îmraliyê

Girtîgeha Îmraliyê li Deryaya Mermereyê
Girtîgeha Îmraliyê li Deryaya Mermereyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke parêzerên Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan berî demeke kêm gihîşt girtîgeha Îmraliyê û dê bi Ocalan re bicive.

Li gorî nûçeyên medyaya nêzîkî PKKê, şanda parêzerên ku îro (Duşem, 15ê Îlona 2025ê) çûye Îmraliyê ji Cengiz Yurekli, Raziye Öztürk û Ibrahim Bilmez pêk tê û serdana wan jî girêdayî hevdîtin û danûstandinên bi Ocalan re ye.

Li gorî Zanyaran, serdan û danûstandinên îro yên şanda parêzeran bi Ocalan re dê girêdayî pêngavên paşerojê yên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê be. Ev jî di demekê de ye ku, Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê dê vê hefteyê du civînên girîng li dar bixe.

Civîna yekê dê li roja Çarşemê bi akademîsyen û mamostayên zanîngehan re be, li roja Pêncşemê jî dê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re be. Tevî ku ecênda û karnameyên civînan nehatine eşkerekirin jî, lê dîsa jî dê her girêdayî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê be.

Pêştir jî herdu parêzer Rêzan Sarıca û Nevruz Uysal Aslan li roja 7ê Tebaxa îsal serdana Îmraliyê kiribû û bi Ocalan re civiyabûn.

 
Fly Erbil Advertisment