Festîvala Tirî û Hingivînê li Dihokê: Ji cûreyên kêmdîtî heta tabloya ji mêwîjan

Dihok (K24) – Li parêzgeha Dihokê, 18emîn Festîvala Tirî û Hingivînê bi beşdariya nêzîkî 40 cotkarî û bi nîşandana bi sedan ton berhemên navxweyî dest pê kir. Di festîvala ku dê du rojan berdewam bike de, cûreyên tirî yên kêmdîtî û berhemên hunerî yên wekî portreya ku bi hezaran heb mêwîjan hatiye çêkirin, bala ziyaretvanan dikişînin.
Festîvala salane ya Tirî û Hingivîn, ku îsal cara 18an e tê lidarxistin, bûye platformeke girîng ji bo cotkarên Dihokê, da ku berhemên xwe rasterast bigihînin welatiyan. Îsal, tevî ku berhem li gorî salên borî kêmtir bûye jî, bi kalîteya xwe ya bilind û cihêrengiya xwe derdikeve pêş. Di festîvalê de 127 ton tirî û gelek berhemên din ên wekî hingivîn, doşav (dims) û mêwîj ji aliyê cotkaran ve tên pêşandan.
"Tiriyê Yaqûtê": Cûreyekî Kêmdîtî û Bihagiran
Yek ji berhemên herî balkêş ên festîvalê, cureyê tiriyê bi navê "Yaqût" e. Ev tiriyê ku bi rengê xwe yê reşê tarî û teşeya xwe ya dirêj tê nasîn, li parêzgeha Dihokê kêm tê çandin lê ji ber tama xwe ya taybet daxwazeke mezin li ser heye.
Cotkar Huseyin Ebdulla, ku ev çar sal in beşdarî festîvalê dibe, derbarê vî cureyî de dibêje: "Ev Tiriyê Yaqûtê ye. Têrekî gelek baş û ciwan e û daxwazeke mezin li ser heye. Min îro gelek jê firot û hindik li cem min maye." Ebdulla dide zanîn ku ew bi 12 cureyên tirî beşdarî festîvalê bûye, di nav de cureyên wekî "Kimalî", "Fransî", "Rîd Glob", "Zeytûnî" û "Hicazî".
Portreya Mela Mistefa Barzanî ya ji 8 hezar mêwîjan
Xaleke din a ku di festîvalê de herî zêde bal kişand, tabloyek bû ku tê de portreya Mela Mistefa Barzanî bi bikaranîna mêwîjan hatibû çêkirin. Cotkar Huseyin Ebdulla, ku ev tablo jî amade kiriye, diyar kir ku wî ji bo çêkirina wê 12 cureyên cuda yên mêwîjan bikar anîne. Ebdulla got: "Min di vê tabloyê de 8,448 heb mêwîj bikar anîne da ku ev berhema hunerî derkeve holê."
Cotkar: "Festîval ji bo Firotina Berhemên me Handaneke Mezin e"
Cotkarên beşdar memnûniya xwe ji lidarxistina festîvalê tînin ziman û dibêjin ku ev bûyer ji bo firotin û danasîna berhemên wan derfeteke zêrîn e. Li gorî cotkaran, her çend îsal ji ber şert û mercên hewayê berhema tirî ji aliyê hejmarê ve kêm bûbe jî, ji aliyê kalîteyê ve di asta herî baş de ye. Festîval dê du rojan ji bo ziyaretvanan vekirî be.