Konseya Ewropayê ji bo "Mafê Hêviyê" yê Ocalan mohleta dawî da Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo cîbicîkirina biryara "Mafê Hêviyê" ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, mohleteke dawî da Tirkiyeyê. Komîteyê heta Hezîrana 2026'an dem diyar kir da ku Enqere gavên yasayî yên pêwîst biavêje, wekî din dê Tirkiye rûbirûyî tedbîrên nû bibe.
Komîteya Wezîran, piştî civîneke sê rojan, ragihand ku Tirkiyeyê heta niha tedbîrên yasayî yên guncaw ên ku bi "Mafê Hêviyê" re li hev dikin, negirtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîst e Tirkiye di demek zû de guhertinên yasayî di çarçoveya lêpirsîna li ser cezayê zindaniya heta hetayî de pêk bîne, da ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi lez werin cîbicîkirin."
Komîteyê herwiha îşaret bi Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê kir û da zanîn ku ew komîsyon dikare ji bo cîbicîkirina van tedbîrên yasayî bixebite.
Çi ye "Mafê Hêviyê"?
"Mafê Hêviyê" yasayek e ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derketiye û maf dide her girtiyekî ku cezayê zindaniya heta hetayî lê hatiye birîn, ku piştî derbasbûna 25 salan, dosyeya wî ji bo egera berdanê ji nû ve bê nirxandin.
Di 18'ê Adara 2014'an de, DMME'yê biryar da ku divê Tirkiye "Mafê Hêviyê" bide Abdullah Ocalan jî.
Li hemberî vê yekê, rayedarên Tirkiyeyê dibêjin ku li gorî yasayên welatê wan, "Mafê Hêviyê" wan kesên ku li ser dosyeyên "terorê" bi zindaniya heta hetayî hatine cezakirin nagire û Ocalan jî bi vê tometê hatiye girtin.
Bi vê biryara nû, Konseya Ewropayê heta Hezîrana 2026'an wek mohleta dawî diyar kiriye da ku Tirkiye derbarê vê mijarê de gavên zelal û bilez biavêje û agahiyan bide komîteyê.