Li ser raspardeya Serokwezîr dergeheke hevçerx li Quştepeyê tê cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya nûjenkirina Dergehê Quştepeyê tê cîbicîkirin. Proje dê rêyeke 5 kîlometreyî bi sêwiraneke modern, qadên keskatiyê û mercên ewlehiyê yên herî bilind veguherîne dergehekî stratejîk.
Qaymeqamê Qezaya Quştepeyê Bijar Mela Xidir îro 18ê Îlonê ji K24 re ragihand, yek ji raspardeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara wî ya dîrokî de li dema danîna kevirê bingehîn ê projeya ava Quştepeyê, nûjenkirina rê û banên deverê bû.
Qaymeqamê Quştepeyê got: "Piştî neh mehan ji xebata li ser wê raspardeyê, niha dergehê herî bedew li ser asta Iraqê tê cîbicîkirin. Ev proje nûjenkirina wê rêya pênc kîlometreyî ye ku dikeve nav sînorê Şaredariya Quştepeyê. Rêya heyî niha mercên ewlehiyê tê de nînin, ti ciwanî tê de nehatiye kirin û bûbû cihê nîgeraniya xelkê deverê."
Li gorî Bijar Mela Xidir, piştî temambûna projeyê ku ev neh meh in ji aliyê tîmeke endazyarên xwemalî ve li ser tê xebitîn, dê dergehekî pêşketî û modern were avakirin. Bi vê yekê, welatî dê ne tenê ji rêyê, lê ji wan qadên keskatiyê yên ku wek nîv-parkekê tên avakirin jî sûdê werbigirin.
Planên Pêşerojê: Bajarê Pêşangehên Otomobîlan
Qaymeqamê Quştepeyê herwiha planên pêşerojê jî aşkere kir û got: "Ev qonaxa yekem a avedankirina deverê ye. Em niha planekê amade dikin ku ji bo pêşangeh û kargehên pîşesaziyê yên herêmê, bajarekî mezin ê pêşangehên otomobîlan were avakirin. Armanc ew e ku ev der bibe wek borseyekê ku xelk ji hemû bajarên Iraqê ji bo danûstandina bazirganî serdana wê bikin."
Di dawiyê de, Bijar Mela Xidir tekez kir ku ew raspardeyên Serokwezîr bi awayê pakêt bi pakêt cîbicî dikin û got: "Ev dever demeke dirêj bû ji xizmetguzariyê bêpar mabû, lê Serokwezîr piştgiriyê dide xelkê herêmê."