Serok Barzanî sersaxî ji malbata Ako Ebas Axa re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Ebas Ako Ebas Axa kir û ji ber wexera dawiyê ya babê wî Ako Ebas Axa sersaxî ji wî, malbata wî û kesûkarên wî re xwest.
Baregayê Barzanî îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, “Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Ebas Ako Ebas Axa Akoyî yê kurê Xudêjêrazî Ako Ebas Axa re kir.”
Li gorî wê ragehandinê, Serok Barzanî di wê pêwendiya telefonî de ji ber wexera dawiyê ya Ako Ebas Axa sersaxî ji Ebas Ako Ebas Axa û malbat û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe jê re diyar kir.